Ukraynayê êrîs bir ser Moskowê: Ji Rûsya daxuyanî hat!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Ukrayna ku li herêma Kruskê ya Rûsyayê pêşve çûye, careke din êrîş bir ser paytexta Rûsyayê.
Rûsya ragihand ku duh êrîşên balafirên bêmirov û êrîşeke mezin a li devera Bryansk a li beramberî sînorê bi Ukraynayê re û êrîşeke din li ser paytexta Rûsyayê têk birin.
Parêzgarê herêma Bryanask Alexander Bogomaz, li ser Telgramê ragihand ku sîstema parastinê hewldana êrîşeke mezin a bi balafirên bêmirov a li ser herêma Bryansk têk biriye û bi kêmanî 26 dron îmha kirin.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin jî ragihand ku 5 balafiran bê mirov ku ber bi paytextê ve hatin şandin, lê hatin îmhakirin.
Herwiha hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê li asmanê herêmên Belgorod û Voronezh ên sînorî û herêmên Lipetsk û Ryazan balafirên bêmirov xistine xwarê. Lê rayedarên Rûsyayê agahiyên zêdetir derbarê xistina balafiran de nedane.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky duh li Washingtonê bi rayedarên Amerîkî re civiya û diyar kir, wan zextên xwe li ser rayedarên DYAyê de zêde kirine da ku destûr bidin artêşa Kîevê bikeve nava axa Rûsyayê.