TR KU SO
FB X
Cîhan

UNRWA: Zêdetirî milyonek kesî ji Serîda Gazzeyê koçber bûne

Leyla Denli
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2023 15:41

PeyamaKurd – Ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, zêdetirî milyonek kesî ji Şerîda Gazzeyê koçber bûne.

Li gor Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Koçberên Filistînê (UNRWA) diyar kir, di 10 rojên borî de ji ber şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de zêdetirî 1 milyon kes ji Şerîda Gazzeyê koçber bûne.

Herwiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê eşkere kir, hejmara kuştiyên bombebarana Îsraîlê ya li ser Gazzeyê derketiye 2700 kesî û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê destnîşan kir, li Gazzeyê nêzî 50 hezar jinên ducanî hene û xizmetên tenduristiyê wek pêwîst nagihe wan.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand, hejmara Îsraîliyên ku ji aliyê Hamas û komên çekdar ên Filistînê ve hatine kuştin, 1400 kes derbas kiriye ku di nav wan de, 291 leşker hene.

Balafirên şer ên Îsraîlê bombebarana Şerîda Gazzeyê didomînin, artêş jî hêzên giran li ser sînorê wê kom kiriye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide, li Rojhilata Navîn ketiye rewşeke metirsîdar.

Parve bike: