UNWTO endamtiya Rûsyayê da rawestandin
PeyamaKurd – Rêxistina Tûrîzmê ya Dinyayê ya bi ser Neteweyên Yekgirtî (UNWTO) ragihand ku bi sedema êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê endamtiya Rûsyayê daye rawestandin. UNWT0 ku navenda wê Îspanyaye, di kongreya xwe ya awarte de, di dengdanê de endamtiya Rûsyayê da rawestandin.
Di civînê de ji 160 endaman 2/3 yên wê zêdetir destekê dan biryara rawestandina endamtiya Rûsyayê. Lê ji dengdanê re çend siet wext mabû Rûsya ragihand ku xwe ji endamtiya UNWT0 yê vekişandiye. Sekreterê giştî yê UNWT0 yê Zurab Pololikashvili ku welatê wî di sala 2008 an de hatiye îşxalkirin û bi eslê xwe Gurciye, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Endamên UNWT0 yê dengê xwe bilin kirin û biryara rawestandina endamtiya Rûsyayê dan. Peyam zelale: Her tevegrekî encama wê heye. Aştî mafekî bingehîn yê miroviye. Ji bo herkesî di bin garantiyê de ye. Îstîsna wê tineye.”
Wezîrê geştûguzariyê yê Îspanyayê Reyes Maroto jî ragihand ku îşxala Rûsyayê li dijî prensîbên avakirina NY ye û hem refah, qaîdeyên ewrenselî û qiymetên dinê tehrîb kiriye.
Îspanya jî ragihand ku kengê Rûsya di babeta Ûkraynayê de siyaseta xwe biguhêre, dikarin car din endamtiya wê bidin dewamkirin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî piştî biryara UNWT0 yê ji rojnamevanan re ragihand ku veqetandina ji endamtiyê bandorê li tûrîzma Rûsyayê nake û weha got:
“Sektora tûrîzmê bi taybetî ya hundir wê pêşdeçûna xwe dewam bike. Bergehên me yên tûrîzma yên derve jî vekirîne.”