TR KU SO
FB X
Cîhan

Washington Post: Artêsa Rûsyayê gihîst herêma Donbasê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 22 sibat 2022 20:07

PeyamaKurd – The Washington Post a Amerîkî ragihand ku rayedarên ewropî dane xuyakirin ku artêşa Rûsyayê gihîştiye herêma Donbas a Ûkraynayê.

Di nûçeyê de bi zarê Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, hatiye ragihandin ku Rûsyayê piştî pênasekirina serxwebûna herêmên Donetsk û Luganskê derbasî herêma Donbas a Ûkraynayê bûye.

Borrell destnîşan kir, ew Donbasê wekî parçeyek ji Ûkraynayê dinasin, lê niha nikarin bibêjin bê ev tevgera Rûsyayê tam dagirkerî ye yan na.

Li aliyê din Wezîrên Derve yê YEyê îro bi rojeva cezayên ser Rûsyayê dicivin.

Parve bike: