TR KU SO
FB X
Cîhan

Welatê Şîlî bi dereca 6,2 hejiya

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 13 sibat 2026 00:08

PeyamaKurd – Li Amerîka Latînî li welatê Şîlîyê bi dereca 6,2 erdhej çêbû ku navenda erdhejê bajarê Ovalle bû.

Welatê Şîlî, ji aliyê erdhejê de gelek hasase û erdheja vê carê li gor Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê (USGS); li herêma Coquimbo li nêzî bajarê Ovalle 32 km dûr qewimiye.

Erdhej, di kûrahiya bin erdê de normal çêbûye û li gor tesbîtan heya niha; mal û can zerarê nedîne û rayedar jî talûka Tsunamiyê nedane.

Parve bike: