Cîhan
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê bi tundî êrîsa mosekî ya li Hewlêrê sermezar kir
PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê, êrîşa moşekî ya li Hewlêrê, bi tundî şermezar kir.
Bi daxuyaniyekê Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê diyar kir: “Bi tundî wê êrîşa moşekî li ser Hewlêrê şermezar dikin ku cihê niştecihbûna welatiyên sivîl armanc kiribû.”
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê da zanîn: “Serxweşiya xwe ji xelkê Hewlêr û endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re radigihînin.”
Herwiha di daxuyaniya Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin, “Divê aramî û ewlehî ji bo navçeyê vegere, rêgirî li grûpên teroristî bê kirin, rêz li serweriya welatan û sazî û dezgehên niştimanî bê girtin.”