Cîhan
Wezîrê Brîtanyayê li Tehranê ye
PeyamaKurd- Wezîrê dewleta Brîtanyayê yê ji Rojhilata Navîn berpirse giha Tehranê. Ev seredana wezîr Alistair Burt bo têkiliyên Îran û Brîtanyayê girîng e. Hat ragihandin ku wezîr wê li ser Sûriyê û Yemenê bi Tehranê re biaxife.
Piştî ku Amerîka ji peymana nukleerî vekişiya, ev cara yekeme ku wezîreke Brîtanî diçe Tehranê.