TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Derve yê Îranê li Samê bi Esed re civiya

Leyla Denli
Nivîskar
📅 12 sibat 2024 15:04

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan piştî hevdîtinên xwe yên li Lubnanê çû Şamê paytexta Sûriyê.

Emîr Ebdullahiyan ku di çarçoveya pêwendiyên fermî de çûbû Beyrûta paytexta Lubnanê, bi Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mîkatî, Serokê Parlamentoyê Nebîh Bêrî û Wezîrê Derve Ebdullah Buhabîb re civiya.

Di hevdîtinê de têkiliyên her du welatan hatin nirxandin.

Herwiha Ebdullahiyan geşedanên li Filistîn, Lubnan û herêmê bi Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyîd Hesen Nasrullah re nirxand.

Wezîr Emîr Ebdullahiyan piştre çû Şama paytexta Sûriyê. Li vir bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtin kir. Wêneyên civînê ji aliyê kanala Telegramê ya Serokatiya Sûriyê ve hatin parvekirin.

Piştî hevdîtina bi Esed re, Ebdullahiyan bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîkdad re civiya û piştre herdu wezîran civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Parve bike: