Cîhan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov bi Abdullahiyan re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan re rewşa dawî ya Zîvala Gazayê gotûbêj kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, Lavrov û hevtayê xwe Ebdullahiyan li Moskowê civiyan û li ser pêwendiyên dualî, vegerandina plana hevbeş a çareserkirina bernameya atomî ya Îranê û çend mijarên din ên herêmî gotûbêj kirin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa dawî ya Xezzeyê û çareseriya pirsgirêka Filistîn-Îsraîl jî hatiye axaftin.
Lavrov û Abdullahiyan di çarçoveya civîna Wezîrên Karên Derve yên welatên Deryaya Xezerê ku li Moskovayê pêk hat de hatin ba hev.