TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê serdana Tirkiyeyê dike

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 tebax 2023 17:35

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Yorgo Gerapetritis, bi serdaneke fermî diçe Tirkiyeyê.

Li gorî zanyariyên medya Tirk, dê Gerapetritis roja 5ê Îlonê serdana Tirkiyeyê bike û ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bicive.

Hatiye diyarkirin ku wê di vê serdana xebatê de, pêwendiyên dualî yên têkildarî herdu welatan û mijarên herêmî werin gotûbêjkirin.

Parve bike: