TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Îsraîlê casûsiya Îranê kiriye

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2018 21:11

PeyamaKurd- Wezîrê Îsraîlê yê kevin yê energiyê Gonen Segev dertê pêşberê hakim. Segev bi tewana ku “di dema şer de alîkariya bi dijmin re” tê sûcdarkirin.

Li Îsraîlê dozgerî dibêje ku wezîrê berê yê enrjiyê Gonen Segev ji sala 2012an de, dest bi xebata bo Îranê kiriye. Dozgerî di îdîanameya xwe de dibêje ku Segev du cara çûye Îranê û bi rêvebirên îstîxbarata Îranê re hevdîtin kiriye.

Wezîrê kevin ragihandina xwe bi şîfre kiriye. Di derbarê bazara enerjiyê de, sîstem û tesîsên parastinê, di derbarê hukumet û xebatkarên ewlekariyê de agahî daye Îraniyan.

Segev, di meha gulanê de, li Gine ya Ekvadorê hatibû girtin û îadeyê Îsraîlê hatibû kirin. Wezîrê kevin yê 62 salî bi tewana ku ‘pasaporta sexte û karê qaçax yê maddeyên hişbiriyê kiriye’ 5 sal cezayê zîndanê dabûnê. Dîploma wî ya tibê jî hatiye betalkirin û niha hemû tewanan red dike.

Parve bike: