TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê serdana Bexdayê dike

Leyla Denli
Nivîskar
📅 08 hezîran 2021 16:58

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê, roja Çarşemê serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab roja çarşemê ango 09.06.2021ê dê serdana Bexdayê bike.

Di vê serdana ku dê rojekê berdewam bike de, Dominic Raab dê bi Wezîrê Karên Derve û hersê serokatiyên Iraqê bicive.

Wek serdanên hemû berpirs û rêveberên cîhanî, bendewarî heye Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê piştî serdana xwe ya Bexdayê, serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê jî bike û li gel berpirsên payebilind ên Kurdistanê bicive.

Parve bike: