Cîhan
Xamaney: Îranê derbeke giran li îmaja Amerîkayê xist!
PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî ragihand ku bi êrîşa Supaya Pasdaran a bi ser baregehên Amerîkayê de, derbeyeke mezin bû li ser îmaja Amerîkayê
Elî Xamaney îro dema nimêja înê gotarek pêşkêş kir û behsa êrîşa Îranê ya ser baregeha Amerîkayê li Iraqê kir. Xamaney îdîa kir ku bi êrîşa Îranê îmaj û hesîyeta Amerîkayê ketiye û bi hîç tiştekî nayê cebirandin.
Xamaney di berdewamê de jî rexne li welatên Yekîtiya Ewropayî girt û got, welatên Ewropayê xulamên Amerîkayê ne û wiha pê de çû:
“Ewropî xeyala tewandina gelê Îranê di serê xwe de digerînin ku helbet erbab û mezinê wan yanî Amerîka jî nekarî wî karî bike, ka ew dê çawa bikin.”