TR KU SO
FB X
Cîhan

Xelkê Îsraîlê, banga îstifayê li Netanyahu kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 11 hezîran 2023 20:30

PeyamaKurd- Di pêvajoya ku xwepêşandanên Îsraîlê di heftya 23yemîn de berdewam dikin de hat diyarkirin ku xelkê banga îstifayê li Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu kir ku îstifa bike.

Xwepêşandanên li dijî rêziknameya dadrêsiyê ya hikûmetê li Îsraîlê di hefteya 23. de berdewam kir hat diyarkirin ku bi deh hezaran Îsraîlî li gelek deverên welêt bi taybetî li Tel Avîvê xwepêşandan li dar xistin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di xwepêşandanên li dijî hikûmeta Benjamin Netanyahu de beşdarbûna herî zêde li paytext Tel Avîvê pêk hat û ji Hikûmeta Netanyahu hat xwestin ku îstifa bike û pankartên ku li ser dirûşimên wekî “Em dikarin çiqasê din jî paşde biçin?" “Jiyana Filistîniyan girîng e" nivîsandîbûn, hatin hildan.

Parve bike: