TR KU SO
FB X
Cîhan

Xirwatîstan leskerên xwe derxist derveyê Iraqê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2020 02:09

PeyamaKurd- Dewleta Xirwatistanê leşkerên xwe yên ku li Iraqê wezîfe dikirin, derxist derveyê Iraqê. Leşkerên Xirwatistanê yên ku li Bexdayê dixebitîn, 14 kes bûn û wan birin bo Kuweytê.

Ragihandina bûyerê ji aliyê wezareta bergiriyê ya Xirwatistanê de hat kirin ku leşkerên wan di çarçoveya mîsyona NATO yê de li Iraqê bûn û wan neqil kirine bo dereka bi ewle ya welatê Kuweytê. Wezaretê weha got:

“Em bi hevkarên xwe re halê herêmê dişopînin. Em ê biryaran bi koordîne bistînin.”

Parve bike: