TR KU SO
FB X
Cîhan

Xwepêsandanên li Îranê ketin roja 9 ê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2021 03:05

PeyamaKurd – Îro roja 9 ê ye ku li eyaleta Îranê, li Xûzîstanê ji ber nebûna av, elektrîk û xizmetê xwepêşandan destpêkirine û her diçe li seranserê Îranê xwepêşandan zêde bûne. Di ser de, bo di navbera xelkê de danûsitendin nebe înternetê jî qut kirine. Dewleta Îranê li hemberê xwepêşandêran tedbîrên tund sitendine. Ji bilî qutkirina înternetê û elektrîkê hêzên ewlehiyê bajarên Sûsengird, Ehwaz, Ramhurmiz û Şadganê tije kirine polîs, besîc û sipayê pasdaran.

Ji bilî Xuzîstanê li Esfehanê, Bûşehr û Loristanê jî xwepêşandan destpêkirine. Di xwepêşandanan de heya niha 10 kes bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatin kuştin.

Parve bike: