TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Ewrûpayê serokwezîrê Fîlîstînê Muhammed Mustafa pîroz kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 adar 2024 01:47

PeyamaKurd –  Yekîtiya Ewrûpayê serokwezîrê Fîlîstînê yê ku nûh hat tayînkirin Muhammed Mustafa pîroz kir û ragihand ku pêdiviya xelkê Fîlîstînê bi dezgeyên ku baş bên birêvebirin heye. Ofîsa karên derve ya Yekîtiya Ewrûpayê weha got:

“Mustafa di wextekî ku xelkê Fîlîstînê gelek êşê kişandiye de hat tayînkirin û em wî pîroz dikin. Em bende ne ku li ser rewşa trajik ya Xezzayê û li ser temamê pirsgirêkên Fîlîstînê bi hukumeta Fîlîstînê re bixebitin û fêde bidin xelkê Fîlîstînê.”

Ofîs got ku hukumeta Fîlîstînê ji bo dahatûya Fîlîstînê hevkarekî me yê girînge û weha dewam kir:

“YE destekê dide avakirina du dewletan û wê desteka xwe bide dewamkirin. Ji ber xebatên berê yên bi hukumeta Muhammed Iştiyye re û xebata wî ya di pêşdebirina doza Fîlîstînê de em sipasiya wî dikin.”

Parve bike: