Zelenski peyama êrîsa ser Kirimê da û bi dronê li depoya petrolê xistin
PeyamaKurd – Herêma Kirimê ku Rûsya û Ûkrayna li serê li hev nakin bû hedefa êrîşekî dronî. Serokê Ûkryanayê Zelenski ragihandibû ku plandikin da êrîşekî bibin ser deverekî di bin kontrola Rûsyayê de û Kirimê hedef nîşan dabû. Zelenski weha gotibû:
“Me plan kiriye ku em êrîşê ser hêzên Rûsyayê bikin. Bi vê êrîşê ez bawerim em ê hêzên Rûsyayê paş de dehf bidin û karibin Kirimê bixin bin kontrola Ûkraynayê.”
Piştî peyama Zelenski di demekî kurt de bi doronê li depoya petrolê ya Kirimê xistin.
Zelenki ji bo çapemeniya Fînlandiyayê jî axifî û got ku serkeftina Ûkraynayê di dewama amadekirina çekan ya ji aliyê Rojava de ye û yekîneyên Rûsyayê motîvasyona xwe wenda kirine.
Piştî li depoya petrolê ya Kirimê xistin, ragihandina lêdana depoyê ji aliyê parêzgerê ku Rûsya ji bo Kirimê tayîn kiriye, ji aliyê parêzgerê Sivastopolê Mikhail Razvozhayev de hat kirin.