TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy, rexne li Almanyayê kir: Ev ne lîstik e!

Ruken güler
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2023 20:46

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, ji televîzyona Almanî ARD re axivî û rexne li rayedarên Almanyayê kir ku di dayîna tanqên Leopard de dudil mane.

Volodimir Zelenskiy, dudiliya Almanyayê ya şandina tanqên Leopard 2 a ji bo Ukraynayê rexne kir û tekez kir ku Ukrayna di şerê ligel Rusyayê de xwe diparêze û neyeta wê tuneye ku êrîşî Rusyayê bike.

Zelenskiy nerazîbûnên xwe bi vî awayî anî zimên:

"Ev ne lîstikek e, ne mijara îsbatkirina tiştekî ye. Em spasiya Almanyayê dikin û ez dixwazim her kes vê yekê bibihîze. Lê her roj mirov dimirin, destdirêjî li jinan tê kirin."

Volodimir Zelenksiy, bal kişand ser wê yekê ku heger çek bêdeng bin û Rusya jî sûcê xwe qebûl bike, dibe ku gavên dîplomatîk bên û da zanîn ku pere ne her tişt e, pere nikare kesên çûyî vegerîne û nikare hin birînan bikewîne.

Di van demên dawî de welatên endamên NATOyê, di şerê li dijî Rusyayê de li ser şandina çekên giran ji Ukraynayê re xwedî nakokî ne.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî roja çarşemê li Davosê red kir ku ew ê tanqên Leopard 2 ji Ukraynayê re peyda bikin.

Parve bike: