TR KU SO
FB X
Kurdistan

1200 kes ji aliyê Weqfa Barzanî de hatin pêswazîkirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 sibat 2020 01:59

PeyamaKurd- Meha borî, ji Kurdistana Rojava 253 malbat koç kirin û derbasî herêma Kurdistanê bûn. Jimara Kurdên Binxetê ku çûn herêma Kurdistanê, li dora 1200 kesîne û ji aliyê Weqfa Barzanî (BCF) baregeha Şengalê de hatin pêşwaîkirin. Weqfa Barzanî paşî wan şandin kampa Berdereş a bajarê Duhokê.

Weqfa Barzanî bo koçberên Rojava alîkariya xwe berdewam dike û bi gelek rêxistinên navdewletî yên alîkariyê re, bi hevkarî dixebite. Li gor ragihandina K24 ê; karbidestên kampa Berdereşê ragihandine ku pêdiviyên temamê koçberên kampê rojane tê temînkirin.

Parve bike: