Kurdistan
23 xwepêsandar hatibûn kustin: Dadgehê ji bo leskeran destûra fermî derxist
PeyamaKurd – Li welatê Kenyayê ku di protestoyên yasaya bacê de, 23 kesan di nav çend rojên dawî de can daye dadgehê destûra derketina kuçeyan a leşkeran derxist.
Dadgeha Bilind a Kenyayê li ser zêdebûna protestoyên dijî yasaya zêdekirina bacê ku Serokê Dewletê William Ruto jî gotiye, ew îmze nake û li seranserê welat 23 kes hatine kuştin, biryara destwerdana artêşê derxist.
Li gorî birara fermî ya dadgehê, wê leşker dakevin kuçeyan û ji bo bidawîkirina protestoyan aramiya welêt dabîn bikin.
Dadwer Lawrence Mugambi daye xuyakirin, daketina kuçeyan a leşkeran ji bo Kenyayê pir krîtîk e û wan du roj mohlet daye rayedaran ku hêzên leşkerî erkdar bike.