TR KU SO
FB X
Kurdistan

3 saredar jî di nav de gelek HDPyî hatin desteserkirin

📅 15 cotmeh 2019 16:03

PeyamaKurd- Îro danê sibê sê şaredarên HDPê yên Gever, Nisêbîn û Erdîşê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Nisêbînê operasyoneke berfireh kir û bi ser malên hevşaredarên Nisêbînê û çend û malên welatiyan de girt.

Hat zanîn, hevşaredarên Nisêbînê yên HDPê Semîre Nergîz ile û Ferhat Kut bi hinceta dijî operasyona dagirkirina rojhilatê Firatê derketine hatine desteserkirin.

Li Colemêrgê jî operasyonek hate kirin û Şaredar Cîhan Karaman hat desteserkirin. Herwiha her hevserokê Geverê Remziye Yaşar û Irfan Sariş jî hatine desteserkirin.

Herwiha li bajarokê Erdîşê ya Wanê jî Şaredar Yildiz Çetin û cigîrê wê û 2 berpirsên din ên HDPê bi tohmeta endamtiya rêxistina PKKê hatine desteserkirin. 

Parve bike: