Kurdistan
420 koçber ji Belarûsê dageriyan Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Kurdên koçber yên kul i ser sînorê Polonya û Belarûsê asê mabûn dageriyan Herêma Kurdistanê. Li ser fermana serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî koçberên ku xwestin dagerin welatê xwe heya niha grûba 9 em dageriya û gihan balafirgeha Hewlêrê ya navdewletî.
Koçber ji payîtexta Belarûsê ji Mînskê bi balafirê hatin Hewlêrê. Heya niha 3 hezar û 468 koçber dageriyan Herêma Kurdistanê. Hat ragihandin ku heya niha hezar koçberên din jî ji bo dagerin Kurdistanê navên xwe nivîsandine.