TR KU SO
FB X
Kurdistan

45 malbatên iraqî ji kampa Rojê derketin

İlyas batu
Edîtor
📅 11 sibat 2025 18:22

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 45 malbatên iraqî ku bi giştî 184 kes in, îro ji kampa Rojê ya li Dêrika Hemko ya li  Rojavayê Kurdistanê derketin.

Rêveberiya kampa Rojê ragihand ku 28 malbatên iraqî, 13 malbatên sûriyeyî û gelek kesên biyanî li kampê mane.

Hat diyarkirin ku ev gava yekem e ku ji sala 2018an vir ve bi serpereştiya şandeyeke hikûmeta Iraqê tê avêtin û hikûmeta hikûmeta Iraqa Federal hemwelatiyên xwe vediguhêze.

Rêveberiya kampê anî ziman ku li gorî daxwazên nşştecihan pêşbîniyên derketinên din jî tên kirin.

Hat tekezkirin ku ev malbatên ku hatine derxistin dê bibin kampeke li Mûsilê.

 

Parve bike: