Kurdistan
5 Pêsmergeyên li Pirdê hatibûn destgir kirin hatin berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 22yê Adarê ji aliyê hin hêzên iraqî ve li sûka bajarê Pirdê 5 Pêşmergeyên Kurdistanê hatine destgir kirin.
Li gorî zanyariyan ew Pêşmerge dema li sûka Pirdê digeriyan hatine destgirkirin û piştre radestî yekîneya têkoşîna dije terorê hatine kirin.
Hat zanîn ku hêzên Iraqê wekî sedema destgirkirina 5 Pêşmergeyan, otomobîla ligel wan nîşan dane ku ne ya wan bûye.
Medya Kurdistanê ragihandiye ku li ser Pêşmergeyan cilûbergên leşkerî û çek tune bûn û piştî çend saetan jî hatine berdan.