Kurdistan
670 penaberên din ên Iraqî ji Kampa Holê hatin derxistin
PeyamaKurd - Rêveberiya Kampa Holê ragihand ku koma 7an a penaberên Iraqî yên ku dixwazin vegerin, ber bi Iraqê ve hatine şandin.
Li gorî agahiyan, koma 7an a ji Kampa Holê derketiye ji 198 malbatan û 670 penaberên Iraqî pêk tê.
Hêjayî gotinê ye, vegera penaberan di çarçoveya hevahengiya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Iraqê de pêk tê ku ji destpêka îsal ve 7 kom û ji sala 2022yan ve 24 komên penaberên Iraqî yên li Kampa Holê hatine şandin.
Desthilata Iraqê penaberên ji Holê vedigerin, vediguhêze kampa Cedîa ya li parêzgeha Nînovayê.