Kurdistan
Akademîsiyenê Kurd xelata jêhatîbûnê ya Serokatiya Komara Almanyayê sitend
PeyamaKurd – Serokê beşa xwendina Kurdî ya li Zanîngeha Azadî ya Berlînê û Akademîsiyenê Kurd Dr. Feryad Fazil Omer, xelata jêhatîbûnê ya Serokatiya Komara Almanyayê sitend.
Li gor zanyariyan, Fazil Omer nêzî 50 sal e li derveyî welat, xizmeta ziman û wêjeya Kurdî dike û xwedan çend berhemên çapkiriye ku bi her du zimanên Almanî û Kurdî hatine çapkirin û çend pirtûkên Kurdî jî wergerandiye ser zimanê Almanî mîna Mem û Zîn.
Hat zanîn, Fazil Omer 40 sal e li Almanyayê dijî.