TR KU SO
FB X
Kurdistan

AKP: Li sûna girtina HDPê, formula girtina parlamenteran û qutkirina budçeyê heye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2020 00:25

PeyamaKurd – Wekîla Serokê Koma AKPê li Parlamentoya Tirkiyê Bulent Turan li ser pirsa girtina HDPê ragihand, li şûna girtina partiyê formula girtina parlamenteran û qutkirina budçeya wan a xezîneyê dikarin bifikirin.

Berpirsê AKPê Bulent Turan di civîneke ligel rojnamevanan de, li ser pirsa daxwazên partiya tifaqa Cumhur MHPê bo girtina HDPê got, “Li Tirkiyê cezayên ji girtina partiyê wêdetir hene. Formula qutkirina alîkariya xezîneyê, betalkirina parlamenteriya parlamenteran û vekirina lêpirsinên qanûnî hene. Di wê baweriyê de me, wê dadwerî van hemûyan binirxîne.”

Li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bo berdana Selahattîn Demirtaş jî Bulent Turan got; “Biryara DMMEyê ya bo Demirtaş ne hiqûqî ye, siyasî ye’ û îdia kir ku Demirtaş berpirsê mirina zêdetirî 50 kesên bûyerên Kobaniyê yên sala 2014an e.

Parve bike: