TR KU SO
FB X
Kurdistan

Alîkariya darayî hevpeymanan gihîşt Wezareta Pêşmerge

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 sibat 2026 21:44

PeyamaKurd- Wezareta Pêşmerge ragihand ku alîkariyên darayî yên hevpeymanan ji bo meha yekê ya sala 2026ê ketiye ser hejmara Wezareta Pêşmerge.

Wezaretê da zanîn ku ji aliyê rêveberiya giştî ya bûdçe û bernameyan (Jimêryariya Leşkerî) rêkarên darayî û jimêryariyê-hesabdariyan hatine encamdan bo vê armancê roja şemiyê 14ê Sibatê dest bi dabeş kirinê tê kirin.

Hejmara alîkariya ji bo Pêşmerge  vê care 71,000 dînar e û biryar e ku roja Şemiyê were belavkirin, meha 12ê jî mîqdara pere 76 hezar dînar bû.

Parve bike: