TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîka çima PKK û YPG firot?

Brindar Z
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2019 01:15

Generalê Tirk Nejat Eslen, di derbarê Amerîka û firotina PKK û YPG de gotarek nivîsand û li gor xwe sedemên xiyaneta ku Amerîkayê li PKK û YPG kiriye, diyar dike.

Li got General Nejat Eslen, sedema ku Amerîkayê xiyanet li PKK û YPG kiriye jeopolîtîk e û dibêje: „ Serokê Amerîkayê Donald Trump, mecbûr bû di navbera herdu hevkarên xwe Tirkiye û PKK-YPG de tercîha xwe bike û di vê tercîhê de Tirkîye hilbijart. Li gor PKK û YPG Amerîkayê xencer li pişya wan xistiye. Evê tercîha Amerîkayê darbeyek mezin li projeyên PKK-YPG xistiye. Amerîkayê demek dirêj hem kêmeasî û qeyranên aborî bikar anî û zixt li Tirkiyê kir û hem jî têkilîyên xwe bi PKK-YPG re berdewam kir. Amerîka ya ku li ser sînor tenê bi alên xwe hebûn, êdî li hember helwesta Tirkîyê hew karîbûn rawestin û mecbûr man ku xwe ji herêmê vekişînin.

Li gor General Nejat Eslen, sedema ku Amerîkayê dev ji PKK-YPG berdaye girîngîya jeopolîtîk a Tirkîyê ye û dibêje: „ Ji bo Amerîkayê di rêza yekem de Çîn, di rêza duyem de Rûsya, di rêza sêyem de Îran û Koreya Bakur ji bo berjewendîyên Amerîkayê xeter in. Tirkiye di heman erdnîgarîya Rûsya û Îranê de ye. NATO ji bo paraztina berjewendîyên Amerîykayê hatiye damezirandin û Amerîka hewl dide bi NATOyê Rûsyayê dorpêç bike. Di vê dorpêçkirinê de erdnîgarîya herî girîng Tirkîye û Derya Reş e. Bêyî alîkarî û hevkarîya Tirkîyê ev dorpêçkirina Rûsyayê ne mimkin e. Ji ber vê yekê, Tirkîye ji bo Amerîka û NATO yê xwedîyê girîngîyek mezin e.

Nejat Eslen, mijarê tîne ser xeterîya Îranê jî û dibêje: „ Li Rojhilata Navîn ji bo Amerîkayê serêşandina jeopolîtîk Îran e. Îran, di şerê Iraq û Sûrîyê de bi jeopolîtîk û destkeftinên xwe li hember berjewendîyên Amerîkayê bûye hêzek herêmî. Îran, li Rojhilata Navîn bi avakirina xeta Tehran, Bexda, Şam û Lubnanê jeostratejîyek çêkiriye û dixwaze dakeve Derya Spî. Ji bo rêlibergirtina vê helwesta Îranê erdnîgarîya Tirkîyê ji bo Amerîkayê pir girîng e. Bi kurtî; ji ber girîngî û pêwistîya jeopolîtîk a Tirkîyê, Amerîkayê tercîha xwe ne li cem PKK-YPG lê li cem Tirkîyê danîye.

z.b

Parve bike: