Kurdistan
Amerîka dorpêçên ser Rûsyayê fireh kir
PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku wan bo ser du kargeh û navnedeka perwerdê yên Rûsyayê dorpêçê daniye. Li gor ragihandina buroya ewlekariya navdewletî û bergiriya sîlihên komkujiyê ya wezaretê; navên kargeh û dezgeya ku dorpêçê daniye ser wan ev in:
KBP Instrument Design Bureau ku li bajarê Tulayê ya Rûsyaye , fabrika navenda wê Moskova ya bi navê Avangardê û li Gatçinayê navenda perwerdê ya yekîneyên fuzeyên hewayî.
Biryar kirîna tiştan ji van saziyan qedexe dike û nabe ti berhemên wan bên kirin