Kurdistan
Ayhan Bilgen ji HDP ê îstîfa kir
PeyamaKurd – Parlementerê HDP ê Ayhan Bilgen ji HDP ê îstîfa kir û got ku divê rêwî di rêya xwe de here. Bilgen ragihand ku wê partiyekî damezrîne û ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Bilgen weha got:
“Divê rêwî di rêya xwe de here. Hêvî dikim ku ez di hişyarî û rexneyên xwe de şaş bim. Ez ji bo herkesê ku ji bo aştiyê û demokrasiyê bi niyeta baş û fedakar têkoşînê dide, ji wan re serkeftinê dixwazim.”
Ayhan Bilgen her weha di ser hesabê xwe yê medya civakî de, daxwazname ya qebûlkirina îstîfayê jî belav kir.