TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafireke bêpîlot li navenda bajarê Qamislo otomobîlek bombe kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 mijdar 2021 21:49

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bû armanca êrîşa balafireke bêpîlot a Tirk (SÎHA) û agir pê ket.

Hat ragihandin ku otomobîleke sivîl, îro 9ê Mijdarê danê êvarê li taxa Hilêliye ya bajarê Qamişlo ji aliyê SÎHAyeke Tirk ve hatiye bombekirin. Li gorî zanyariyan 3 kesên di nav otomobîlê de bûn can dan, lê navê wan û erkên wan hîn nehatiye zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, balafirên bêpîlot ên Tirkiyê beriya niha jî otomobîlên sivîl û leşkerî li nav erda Rojavayê Kurdistanê kiribûn armanc û hejmarek kes di wan êrîşan de hatibûn kuştin.

Parve bike: