TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafirên ser ên Tirkiyê hejmarek gundên derdora Kobanê bomebaran kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2025 20:33

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 17ê Çileyê balafirên şer ên Tirkiyê di demeke ku topbarana çekdarên girêdayî wê li Bendava Tişrînê berdewam dikir, gundewarê Tirl Temirê 3 gundên bajarê Kobanê, dora bajêr û kargehek bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, gundên Çelebiye, şîrketa çîmento ya Kobanê, girê gundê Lokta û gundê Goktepê yê Kobanê ji aliyê balafirên Tirkiyê hatin bombebarankirin.

Dema êrîşa asmanî berdewam bû jî çekdarên girêdayî Tirkiyê jî bendava Tişrînê û bakurê Til Temirê topbaran kirin.

Parve bike: