Bê pere nan dide kesên di ser 65 salan de
PeyamaKurd- Li navçeya Sêweregê ya bi ser bajarê Rihayê, kesekî ku xwediyê firûnê ye, di çarçoveya tedbîrên li hemberê koronavîrusê de, bi sedema ku kesên di ser 65 salan de nikarin derên derve, dê bê pere nan bide wan.
Kesê bi navê Mahmut Yağan ku xwediyê firûnê ye, dibêje ku wezîfa wane alîkariya xelkê bikin da ber li koronavîrusê bigrin. Yağan weha got:
“Bi sedema koronavîrusê gelek kes li malên xwe mane û naçin ser karên xwe. Em fikirîn da bo wan tiştekî bikin. Me xwest em bo wan kesên ku naçin karên xwe û kesên ji dev ji kar berdane, alîkariya wan bikin. Bo destek û hevkariyê me dest bi kampanyayekî kir. Ew welatiyên ku bi sedema koronavîrusê karên wan ji dest wan derketiye, em ê 30 roj bê pere nan bidin wan. Hem ew kesên ku di ser 65 salan de ne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye, em ê destekê bidin wan.”