Belçîkayê destekê û sersaxiyê da Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi wezîra karên derve yê Belçîkayê re bi Sophie Wilmes re axaftinekî kir û li ser êrîşên dawiyê yên bo ser Herêma Kurdistanê û li ser mijarên herêmê axifîn. Ragihandina babetê ji aliyê beşa çapemeniyê ya serokwezîrtiya Kurdistanê de hat kirin.
Di axaftinê de her dû alî li ser hevkariya Hêrêma Kurdistanê û Iraqê, di mijara ewlehiyê de û di mijarên girîng yên bo her dû aliyan de behsa pêdiviya koordinasyona navbera her dû aliyan kirin û bûn hemfîkîr.
Wezîra karên derve yê Belçîkayê Sophie Wilmes, demekî berê bo Pêşmergeyên ku di êrîşa IŞİD ê de şehîd ketibûn, bo serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi sedema Belçîkayê êrîşa ser Hewlêrê şermezar kiribû, bo hukumeta Belçîkayê sipasiya xwe ragihand. Barzanî bo koçberên li Kurdistanê bo deqandina Kovid-19 ê ji Belçîkayê xwest ku di rêya Yekîtiya Awrûpa de alîkariya wan bikin, ji ber derfetên Herêma Kurdistanê di vî warî de kêmin.