Berdevkê HSDê: Hêzên herêmî pistevaniya saneyên DAISê dikin
PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel ku beşdari civîna salane ya HSDê bû, da xuyakirin yek ji xalên bingehîn ên rojeva civînê têkoşîna li dijî DAIŞê bû. Gabrîel got, civîna salane di pêvajoyeke dîrokî de pêk hat û li dijî gefên ku li wan tên xwarin, ew jinûvesazkirina HSDê nîqaş dikin.
Gabrîel diyar kir ku berpirsyariyên wan ên mezin û dîrokî hene û wiha axivî: “Şerê li eniyê yê li dijî DAIŞê bi dawî bû lê belê DAIŞ bi dawî nebûye. Em hê jî têkoşîneke gelekî giran li dijî DAIŞê dimeşînin. Bi giranî li herêma Dêrazorê li dijî DAIŞê operasyonên taybet pêk hatin.”
‘ARMANCÊN ME Û YÊN HEVPEYMANÎ Û TIRKIYÊ CUDA NE’
Gabrîel piştre jî bal kişand ser projeya ‘ewlekariya sînor’ û ev tişt anî ziman: “Endamê Fermandariya Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û ji fermandarên koalîsyona navneteweyî general Nicholas Pont di konferansê de ragihandin ku ew piştevaniya vê projeyê dikin û projeya ewlekariya sînor dê qonax bi qonax pêk were. Bêguman di vê nîqaşê de armancên me, koalîsyon û Tirkiyeyê ji hev cuda ne. Em dixwazin sînorê xwe bi ewle bikin û têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê bidomînin.”
‘HÊZÊN HERÊMÎ PIŞTEVANIYA ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞÊ DIKIN’
Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel di civîna salane ya HSDê de teqînên di demên dawî de bi bîr xistin û wiha pê de çû:
“Şaneyên veşartî yên DAIŞê hene. Li dijî wan operasyonên taybet tên kirin. Lê di encama van operasyonan derket holê ku li pişt van teqînan û şaneyan, tenê DAIŞ nîne. Hêzên herêmî jî piştevaniya van şaneyên veşartî yên DAIŞê dikin. DAIŞ xwe di nava sivîlan de vedişêre. Di nav gel de teqînan dikin. Lewma têkoşîna li dijî hêzeke bi vî rengî ji şerê li eniyê girantir e. Mînak; Iraq li dijî DAIŞê bi salane têdikoşe lê hê jî nekariye têk bibe. Em jî li gorî vê rastiyê têdikoşin. Nîqaşên me jî ji bo profesyonelkirina vê têkoşînê ne.”