Kurdistan
Berpirsê HSDê: Îdiayên radestkirina hin herêman bo rejîma Esed nerast in
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nûçe û îdiayên ku hin herêmên di bin kontrola wan de, li rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê radestî rejîma Sûriyê hatine kirin, red kir.
Berpirsê navenda Ragihandina HSDê Ferhad Şamî, ji medyaya li Rojavayê Kurdistanê re ragihand ku agahiyên derbarê radestkirina hin herêman ji hikûmeta Şamê re nerast in.
Ferhad Şamî gotiye, ev gotegot hemû di çarçoveya şerê taybet de têne belavkirin û ti dever radestî rejîmê nehatine kirin.