Bi besdariya senatorên Amerîkî ji bo salvegera komkujiya Helebce çalakiyeke online tê lidarxistin
PeyamaKurd - Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê bi hevbeşiya Kurdistan 24ê, ji bo 33 saliya bîranîna kîmyabarana Helebceyê, çalakîyeke online “eventeke online" li dar dixe.
Çalakî roja 16ê Adara 2021an li demjimêr 11:00 bi boneya 33emîn salvegera kîmyebarana Helebce birêve diçe û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman birêve dibe.
Hat ragihandin ku her kes dikare bi tomarkirina navê xwe beşdarî wê çalakiyê bibe.
Di çalakiya online de Şîlan Fetah ku yek ji rizgarbûya karesata Helebceyê ye jî diaxive û hejmarek ji kesayetî û berpirsên Iraqî û rêveberiya Amerîka jî tê de beşdar dibin,.
Hin kesên beşdarî çalakiyê dibin ev in:
Balyozê Iraqê li Waşingtonê Ferîd Yasîn
Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen
Kongresmanê Amerîkî Chris Stewart
Alîkarê Wezîrê Karên Derve bi wekalet Joey Hood, di Nivîsgeha Wezîrê Karên Derve yê Ofîsa Karên Rojhilata Nêzîk di Wezareta Derve ya Amerîka de.
Profesorê Yasayî Hanîbal Travîs, Zanîngeha Navneteweyî ya Florîda.