TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi dronan êrîs birin ser baregeha Amerîkayê ya Seddadê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2024 02:08

PeyamaKurd – Bi dronan li baregeha navça Şeddadê ya Amerîkayê ku li bajarê Hasekiyê ye êrîş kirin ser baregehê û encama zerar û ziyanên di baregehê de nayê zanîn.

IHA yên ku bi wan êrîş birine ser baregehê, bi çek bûne û nasnama wan nehatiye zanîn. Heya niha li ser êrîşê ji ti terefê daxwuyanî nehat dayîn.

Ji berê de bi sivikayî û ji 7 ê Cotmehê de bi giranî grûbên bi ser Îranê û artêşa Sûriyê li herêma Tenefê, li ser sînorê Iraqê li navça Malikiyê û li Hasekiyê li navça Şeddadiyê êrîşên hewayî dibin ser baregehên ku Amerîkayî li wan in.

Parve bike: