Kurdistan
Bi roketan êrîsê balafirgeha Hewlêrê kirin
PeyamaKurd – Beşa Antî-Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi roketan êrîşê balafirgeha Hewlêrê kirine. K24 ê ragihand ku ji çavkaniyeka koalisyona navdewletî ragihandiye ku ti kes di êrîşê de can nedaye.
Heya niha nayê zanîn bê êrîş ji ku derê hatiye ser balafirgehê lê di demên pêşiya me de dê mijar zelal bibe.
Piştî êrîşê sîrenên hawarê yên serkonsulxaneya Amerîkayê yên Hewlêrê lêdane û ketine dewrê.