TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civîna sêalî ya PDK, Gorran û YNKê dest pê kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2020 17:30

PeyamaKurd – Bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, civîna sêalî ya PDK, Gorran û YNKê dest pê kir.

Civîna PDK, Gorran û YNKê li Baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê dest pê kir.

Li gor zanyariyan, di civînê de guftûgo derbarê xwepêşandan û aloziyên du rojên borî li parêzgeha Silêmanî û Helebceyê tên kirin. Herwiha di civînê de behsa rewşa siyasî û aborî ya Kurdistan û Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê tê kirin.

Parve bike: