TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bihayê lîreyê Tirkî carek din li beramber Dolar û Euro daket

Leyla Denli
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2020 17:09

PeyamaKurd – Bihayê lîreyê Tirkî, îro carek din li beramber Dolar û Euro daket.

Îro Çarşemê ligel vebûna borseyê bihayê her Dolarekî beramber Lîreyê tirkî bû 8.21. Herwiha bihayê her Euroyekî 9.67 lîreyê tirkî ye.

Daketina bihayê lîre li beramber dolarê Amerîkî hevdem e ligel hebûna çendîn pirsgirêkên hikûmeta Tirkiyê di peywendiyên derve de. Niha Tirkiye di mijarên Rojhilatê Derya Spî, şerê Lîbya, şerê Nagorno-Qarabax, Sûriye û çend piesên din de alîgir e û bûye sedema nerazîbûna hejmarek welatên cîhanê. Herwiha li gor pisporên aborî yên Tirkiyê, rageşiya di navbera Erdogan û Macron de jî bandor li vê kiriye.

 

Parve bike: