Kurdistan
Birayê Narîn Guran a wenda hat desteserkirin!
PeyamaKurd – Di lêpirsîna ku di derbarê Narîn Guran a 8 salî ya li Diyarbekirê wenda bûye de hat kirin de, derket holê ku kesê hatiye desteserkirin birayê wê yê mezin Enes Guran ê 18 salî ye.
Enes Guran ê desteserkirî birin Stenbolê. Saziya Tiba Edlî wê lêkolînê bike ka şopa gezê ya milê Enes Guran a xwişka wî ye yan na.
Doh hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de kesek hatiye desteserkirin. Derket holê ku gumanbar birayê mezin ê Narîn Guran e.
Fermandarê Cendirmeyan ê Parêzgeha Diyarbekirê Selçûk Yildirim jî di civîna çapemeniyê ya ku doh li dar xist de got, "Nêzî encamê dibin".