Kurdistan
Brûskê li 30 miyan xist û tev mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navçeya Geverê bi sedema barîna barana zêde miyên ku xwe dabûn bin darê brûsk li wan xist û di necamê de 30 mîh mirin û 30 berx jî birîndar bûn.
Li Geverê hefteyekiye ku baran dibare û bandoreka neyînî li ser jiyana xelkê û ajalan dike. Ajal carna li ber lehiya baranê diçin û difetisin û carna brûsk li wan dixe.