Çekdarên Sultan Murad keça Kurd a 16 salî revandin û kust
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku keçeke Kurd a Efrînî ku berî 2 hefteyan ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû revandin, îro termê wê kuştî hatiye dîtin.
Çalakvanên Efrînê belav kirine ku îro 7ê Hezîranê termê keça Kurd a 16 salî Melek Nebîh Xelîl Cuma ku roja 23yê meha borî ji aliyê çekdarên Sultan Murad ve hatibû revandin, li nêzîkî gundê Firîziyê yê Ezazê hat dîtin.
#عفرين الجريحة?
العثور على جثمان الشابة الكردية القاصرة ملك نبيه خليل جمعة 16 عاما من أهالي قرية درويش التابعة لناحية شرا في عفرين بعد اختطافها من قبل عناصر فرقة السلطان مراد التركمانية التابعة للاحتلال التركي 23/5/2020 ليتم العثور على جثمانها صباح اليوم بالقرب من اعزاز الفريزية pic.twitter.com/siaGXpXcNI
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ev nûçe piştrast kir û da zanîn, Melek Nebîh Xelîl Cuma ji gundê Dêrwîş yê navçeya Şera ye û piştî revandina wê, îro li nêzîkî gundê Firîziyê ya Ezazê kuştî hate dîtin.
Tawanên dijmirovî yên li ser xelkê resen ê Efrînê tevî ku bêrawestan berdewam dikin jî civaka navdewletî bêdengiya xwe didomîne û tawanên têne kirin bê ceza dimînin.