Kurdistan
CENTCOMê peyameke sersaxiyê ji bo servanên HSDê belav kir
PeyamaKurd – Hêzên navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) peyameke sersaxiyê ji bo şervanêN HSDê yên li Kampa Holê hatin kuştin belav kir.
Di peyamê de hat diyar kirin: “Hevkarên me yên HSDê, li Kampa Holê di encama guleberdana endamên DAIŞê yên dixwestin birevin de, 2 şervanê xwe wenda kirin. Em sersaxiyê li wan dikin û em ê di vê peywira krîtik de, piştevaniya xwe ji bo wan berdewam bikin.”
Li Kampa Holê, di encama pevçûna di navbera HSD û DAIŞê de 2 şervanên HSDê hatibûn kuştin.