TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ciwanên iraqî ji bo birevin derveyê welat navê xwe ji bo serê Ukrayna tomar kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 adar 2022 23:37

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmarek xortên Iraqî ji bo ku bi awayekî xwebexş biçin ligel Ukraniyan şerê dijî Rûsyayê bikin, navên xwe tomar kirin.

Li gorî nûçeya DWyê hinek ji wan ciwanan mebesta xwe ne veşartine ku ew ji bo destkeft û bidestxistina mafê mayîna li welatekî din hewla gihîştina Ukraynayê didin.

Yek ji wan xortan wekî sedema tomarkirina navê xwe bo çûyîna Ukrayna wiha gotiye: “Piraniya xortên Iraqê ji ber hejarî û bêkarî dixwazin ji bo destkeftê biçin Ukraynayê, armanca wan ew e ku mafê mayîna li welatekî din bi dest bixin û siberoja xwe li welatekî din diyar bikin.”

Li gorî zanyariyên medyayî heta niha 3 hezar xwebexşên Amerîkî ligel hêzên Ukraynayê li dijî Rûsyayê şer dikin.

Herwiha medya Ukrayna jî radigihîne ku bi hezaran xwebexş ji Fransa, Brîtanya û welatên rojava û bakurê Ewropayê berê xwe dane Ukraynayê.

Parve bike: