Kurdistan
Colemêrg | 3 teqînên mezin çêbûn
PeyamaKurd – Li bajarokê Geverê yê Colemêrgê derengiya şevê 3 teqînên mezin çêbûn.
Li gor zanyariya, saet derdora 02.30 û 03.00an de li navenda Gever a Colemêrgê 3 teqînên mezin çêbûn. Li gorî agahiyan, teqîn li nêzî Qereqola Polîsan a 75încî Yil a li Taxa Kişlayê û navenda polîsan a li girê Şahîn pêk hatine.
Herwiha di dema teqînan de li deverên cuda yên navçeyê fîşekên hewayî avêtin navenda polîsan a li girê Şahîn. Piştî teqînan, li herêmê dengê çekan bilind bû.
Hat zanîn, polîsên ku demek piştre sewqî herêmê hatine kirin, bi awayekî rasthatî li derdora xwe gule barandin.