TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cotyar Adil: YNK li ber çaksaziyan asteng e, em nizanin bê dahata Silêmaniyê çiqas e?

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2023 15:01

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil da xuyakirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nizane dahata Silêmaniyê çiqas e û rê nade hikûmet çavdêriya dahata van deveran bike. YNK li pêşiya proseya çaksaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê asteng e.

Cotyar Adil ji K24 re li ser civîna duh ya Encûmena Wezîran gotiye, Wezîrê YNKê amade nebû îro gotûbêjan bike, lê piştî kuştina Hawkar Caf ev mijar bi awayekî şaş derket û diviyabû hevalên YNKê berpirsên wê bûyerê bidîtana û radestî dadgehê bikirina.

Adil daye zanîn: "Me weke hikûmet deriyên xwe ji YNKê re negirtine, me daxwaza reform, wekhevî û yekrêziya hêzên Pêşmerge kiriye. Dema li Hewlêrê karekî terorîstî were kirin, ev yek ji bo Kurdistanê metirsî ye.Daxwaza nenavendîbûnê kirine û ji bo gelê kurd ji heqê wan zêdetir post hatine dayîn, divê gel bizane ku her lihevkirinek ji bo YNKê ji bo yekkirina mala kurd hatiye kirin.”

Cotyar Adil dibêje: “Mijara kuştina Hewkar Caf ji bo YNKê diyarker bû, di dema ku me YNKê sûcdar nekiriye, gelek kes hatine sûcdarkirin divê bên dadgehkirin. YNK ji rewşa Silêmaniyê berpirsyar e. YNK li pêşiya proseya çaksaziyê û radestkirina tohmetbaran bo yasayê asteng e, me komîteyeke navxweyî û Pêşmerge ji bo şopandina deriyan ava kiriye, lê gotin dê şerê navxweyî çêbibe. Em nizanin ka Silêmanî çiqas dahatê distîne, em nizanin çiqas ji deriyan tê komkirin.”

De berdewamê de jî Cotyar Adil gotiye: "Divê hikûmet li ser hemû herêman xwedî desthilat be û mixabin li Silêmaniyê rê li ber karê hikûmetê tê girtin. Me daxwaz kiriye ku hêzeke hikûmetê hebe ku çavdêriya sînoran bike. Hikûmet ji karê xwe tê astengkirin. Kuştina Hewkar Caf divê bi yasa were çareserkirin û hikûmet ne alîgir be û YNK jî dixwaze hikûmetê bike beşek ji pirsgirêkan, lê ev pirseke yasayî ye û divê bi yasayan were çareserkirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Cotyar Adil dide xuyakirin: “Di vê kabîneyê de herî zêde ji bo Silêmaniyê proje hatine çêkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeta hemû bajaran e, nehiştina qaçaxçîtiyê, parastina ewlehiyê û rakirina astengiyan erkê hikûmetê ye. Lewma rewşa Silêmaniyê nayê qebûlkirin. Divê hikûmet karê xwe bike û pêşî lê neyê girtin. Armanca me ravekirina rastiyan ji gelê kurd re ye, armanca me peydakirina aramiyê ji bo gelê kurd e û em nabin beşek ji nakokiyan û em ê erka xwe pêk bînin û divê em li hember hev rastgo bin.”

Parve bike: